Rûsyayê derbarê Ukraynayê de biryareke nû da

Ji ber aloziyên rewşa siyasî û ewlehiyê ya Ukraynayê, îro Rûsyayê biryareke nû derbarê mana dîplomatkarên xwe de derxist.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova
Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber aloziyên rewşa siyasî û ewlehiyê ya Ukraynayê, îro Rûsyayê biryareke nû derbarê mana dîplomatkarên xwe de derxist.

Wezareta Derve ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê ragihand; hemû dîplomatkarên xwe ji Ukraynayê vedikişînin.

Di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin; piştî rêdana Parlamentoya Rûsyayê ji bo şandina artêşê bo derveyî welat, dema wê yekê ye ku ji bo parastina canên wan, hemû dîplomatkarên Rûsyayê ji Ukraynayê derkevin.

Herwiha eşkere kir; ev pêngav dê di demeke nêz de were cîbicîkirin.