Êrîşeke nû ya Îsraîlê li ser başûrê rojavayê Sûriyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê ragihand, Îsraîlê îro êrişek bi mûşekan pêk anî û hinek xal li derdora bajarê Quneytera kirine armanc.

Wezaretê belav kir, Israîlê îro demjimêr 00:30 bi çend mûşekên zemîn-zemîn ji Golanê ve êrîşek pêk anî û hin xal li derdora Quneytera kirin armanc û di encamê de ziyanên madî derketine.

Di kêmtirî heftiyekê de, ev duyemîn êrîşa Îsraîlê ya li ser xaka Sûriyê ye ku Îsraîlê di 17ê Sibatê de jî bi mûşekan êrîşî başûrê Şamê kiribû.

Ji destpêka krîza Sûriyê ve, her car Îsraîl êrîşî baregehên artêşa Sûriyê û mîlîşyayên ser bi Îranê ve dike. Îsraîl Sûriyê tomebar dike ku ew rê dide hêzên ser bi Îranê ve ji nava Sûriyê ve êrîşî Îsraîlê bikin.