Ebû Emşê ji Efrînê tê derkirin

Komîteyeke ser çekdarên opozîsyona Sûriyê ve, biryara sirgûnkirina Mihemed Casim (Ebû Emşê) û hejmarek ji bira û çekdarên wî ji Efrînê da

Mihemed Casim “Ebû Emşê”
Mihemed Casim “Ebû Emşê”

Navenda Nûçeyan (K24) – Komîteya Sêalî ya ji aliyê grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên di bin sîwana Tirkiyê de kar dikin ve hatiye avakirin, biryara derkirina “Ebû Emşê” û hin fermandarên din ên mîlîşya “Sultan Silêman Şah” ji Efrînê da.

Komîteya Sêalî ya bi navê “Odeya Fermandeya Yekgirtî \ Azim” ya çekdarên ser bi Tirkiyê ve, biryara dawî derbarê serokê mîlîşyaya “Firqeya Sultan Silêman Şah" Mihemed Casîm “Ebû Amşê” da û ew wek sûcdar dît û biryara derkirina wî ji Efrînê da.

Komîteyê di daxuyaniyekê de diyar kir, Mihemed Casim (Ebû Emşê), Welîd Hisên Casim (Seîf), Malik Hisên Casîm (Ebû Sirac), Ehmed Mihemed Xoce, Amêr Azab Mihemed û Hesen Xalid Setûf bi gendeliyê hatine sûcdarkirin.

Diyar kir jî, Komîteyê biryar da Welîd Casim û Ehmed Xoce bên berdan û Amir Azab Mihemed jî piştî dayîna 15 hezar dolar ji bo kesê bi navê Ehmed Elî Faris were berdan.

Di heman daxuyaniyê de, komîteyê biryara da Mihemed Casim, Welîd Casim û Malik Casim ji bo dema du salên Hicrî bo derveyî Efrînê “herêma Şaxê Zeytûnê” bên sirgûnkirin, ev biryar jî ji roja derketina wê ve dikeve ware cibicîkirinê.

Herwiha li gor biryara komîteyê, Mihemed Azab Mihemed, Hesen Xalid Setûf û Ehmed Xoce jî bo saleke Hicrî dê ji Efrînê bên sirgûnkirin.

Komîteyê herwiha milîşyaya Firqeya Sultan Silêman Şah neçar kir ku 5 hezar dolar bide Ebdulrehman Istêf Yasîn ji ber lêdana wî.

Biryara sirgûnkirina Ebû Amşe û kesên derveyî herêma bi navê "Şaxê zeytûnê" tê wê wateyê ku ew dikare li deverên din ên di bin kontrola mîlîşyayên çekdarên opozîsyona Sûriyê "Artêşa Niştimanî ya Sûriyê" de bimînin, wek Idlibê, Serê Kaniyê û Girê Sipî.

Mihemed Casim “Ebû Emşe” serokê mîlîşyaya “Sultan Silêman Şah” e û li gor çalakvanên Efrînê, Ebû Emşe ji dema dagîrkirina Efrînê ve bi sedan welatiyên Kurd revandine û bacên giran li gundiyan sepandine û destê wî di kuştina Cîgirê Serokê Encûmena Xwecihî yê Şiyê Ehmed Şêxo û gelek kesên din de heye.

Li gor çavdêran, Ebû Emşe tenê kesek ji sîstemeke desthildariya grûpên çekdaran e ku destê wê di kuştin û revandina welatiyan, destdanîna ser mal û milkê xelkê û guhartina demografiya herêmên Kurdî yên wek Efrîn, Girê Sipî û Serê Kaniyê de heye.  

 

Fly Erbil Advertisment