Wezareta Tendirustiyê amarên nû yên Koronayê ragihand

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 614 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.

Hewlêr (K24) –  Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 614 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 4 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de  614 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 228 kes li Hewlêrê, 98 kes li Silêmaniyê, 262 kes li Duhokê, 22 kes li Helebceyê, 3 kes li Germiyanê û 1 kes li Raperînê ye.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 4 kesan canê xwe ji dest dan, ku ji wan 3 kes li Hewlêrê, 1 kes jî li Duhokê ye.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1145 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 542 kes li Hewlêrê, 142 kes li Silêmaniyê, 429 kes li Duhokê, 7 kes li Helebceyê, 19 kes li Germiyanê û 6 kes li Raperînê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 429439

Mirin: 7353

Başbûn: 411194

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.