Qamişlo.. Di êrîşa firokeyeke Tirkiyê de 4 kes birîndar bûn
Firokeyeke bêpolît a Tirkiyê otomobîlek li ser riya Qamişlo – Amûde bombebaran kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Firokeyeke bêpolît a Tirkiyê otomobîlek li ser riya Qamişlo – Amûde bombebaran kir û di encamê de 4 kes birîndar bûn.
Çalakvanên Qamişlo belav kirin, Firokeyeke bêpolît a Tirkiyê otomobîlek li ser riya Qamişlo – Amûde bombebaran kir û di encamê de 3 jin û kesekî din birîndar bûn.
Diyar kirin, ew kesên birîndar ji bo nexweşxaneya Ferman a bajarê Qamişlo hatin veguhastin.
Duhî firokeyên bêpîlot ên Tirkiyê xaleke leşkerî ya hevbeş ya hêzên rêjîmê Sûriyê û Meclisa Leşkerî ya Minbicê li gundewarê Minbicê bombebaran kiribû û 2 endamên hêzên rêjîmê birîndar bûbûn.