Ukraynayê ziyanên canî yên êrîşa Rûsyayê aşkere dike

Berpirsekî Wezareta Navxwe ya Ukraynayê amarên ziyanên canî yên êrîşa Rûsyayê radegihîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Ukrayna aşkere dike ku di êrîşa îro ya Rûsyayê li ser wî welatî de, 50 leşker û welatiyên sivîl hatine kuştin.

Şêwirmendekî Wezîrê Navxwe ya Ukraynayê ragihand, di êrîşên Rûsyayê de, heta niha 40 leşker û 10 welatiyên sivîl hatine kuştin.

Artêşa Rûsya îro 24/2/2022an bi biryara Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn dest bi operasyoneke leşkerî li ser Ukraynayê kir.

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê jî ragihand, wan bi çekên giran jêrxaneya leşkerî, binesaziya berevaniya asmanî, firokxaneyên leşkerî û firokeyên artêşa Ukraynayê kirine aramanc.

Ji aliyê xwe ve, Serokê Ukraynayê Vladimir Zelensky peyamek arasteyî gelê xwe kir û got, ew ji her tiştî re amade ne û daxwaz jî ji gelên Ukraynayê kir ku aram bin û li malên xwe bimînin.

Herwiha Zelensky ji ber operasyona leşkerî ya ji aliyê Rûsyayê ve hatiye destpêkirin, li seranserê welêt rewşa leşkerî ragihand.