NATO: Em ê hêzên zêdetir li rojhilatê Ewropa bi cih bikin
NATO radigihîne, ji bo parastina Ukraynayê, dê hêzên zêdetir li rojhilatê Ewropayê bi cih bike
Navenda Nûçeyan (K24) – NATO radigihîne, ji bo parastina endama wê hevpeymaniyê, dê hêzên bijahî, asmanî û deryayî yên zêdetir li rojhilatê Ewropayê bi cih bike.
Hevpeymanan Bakurê Atlantic (NATO) di daxuyaniyekê de ragihand, bi tundtirîn awa êrîşa Rûsya li ser xaka Ukraynayê şermezar dikin ku ev êrîş bi ti awayî ne rewa ye.
NATO ragihand, ew ligel gelê Ukraynayê ne û Belarusê tometbar dike ku di vê êrîşê de alîkariya Rûsyayê kiriye û ev jî wekî binpêkirinek cidî ya yasaya navdewletî bi nav kir.
NATO tekez kir, ew ê her dem piştgîriya yekparebûna axa Ukraynayê û serweriya wê di çarçoveya sînorê wê ya naskirî de bike.
NATO bang li Rûsyayê kir, demildest çalakiya xwe ya leşkerî rawestîne, hêzên xwe ji Ukrayna û derdora wê vekişîne, rêzê li yasayên navdewletî bigire û rê bide alîkariyên mirovî bigihin kesên hewcedar.
NATOyê biryara Rûsyayê ya naskirina Donetsk û Luhanskê jî bi tundî şermezar kir û got ku ev serwerî û yekîtiya axa Ukraynayê binpê dike û berûvajî peymanên Mînskê ye ku Rûsyayê li ser îmze kiriye.
Herwiha NATO tekez kir, ji bo parastina endama wê hevpeymaniyê, dê hêzên bijahî, asmanî û deryayî yên zêdetir li rojhilatê Ewropayê bi cih bike.
Di daxuyaniyê de hat, endamên NATO'yê li gorî xala 4 a Peymana Washingtonê şêwir kirine û biryar dan ku ji bo parastina hemû hevalbendan, gavên zêdetir bavêjin.