Erdogan: Êrîşa ser Ukraynayê nayê qebûlkirin

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand; êrîşa Rûsyayê bo ser Ukraynayê berevajî yasayên navdewletî ye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand; êrîşa Rûsyayê bo ser Ukraynayê berevajî yasayên navdewletî ye û derbeyeke tund e bo ser aramiya wî welatî.

Recep Tayyip Erdogan diyar kir; Tirkiye canê welatiyên xwe yên li Ukraynayê diparêze.

Erdogan destnîşan kir; êrîşa Rûsyayê bo ser Ukraynayê nayê qebûlkirin û divê kêşe bi rêya gotûbêjan werin çareserkirin.

Serokê Rûsyayê Vladimir îro pêncşemê danê sibê biryara destpêkirina operasyoneke leşkerî ya taybet bo parastina Donbasê li başûrê rojhilatê Ukraynayê ragihand.

Vladimir Putin ji serbazên Ukraynayê daxwaz kir ku çek deynin û vegerin mala xwe.

Şêwirmendekî Wezîrê Navxwe yê Ukraynayê jî ragihand; di êrîşên Rûsyayê bo ser Ukraynayê de, heta niha 40 serbaz û 10 welatiyên sivîl hatine kuştin û gelek kes jî birîndar bûne.