Hêmin Hewramî li Moskowê ligel Nûnerê Putin civiya
Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Hêmin Hewramî li Moskowê ligel Nûnerê Teybet ê Serokê Rûsyayê civiya.
Hewlêr (K24) – Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Hêmin Hewramî li Moskowê ligel Nûnerê Teybet ê Serokê Rûsyayê civiya.
Hêmin Hewramî li ser hesabê xwe yê facebookê ragihand: “Îro pêncşemê 24ê Sibata 2022yan, em ligel Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mîxaîl Bogdanov civiyan.”
Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Hêmin Hewramî eşkere kir; di civînê de behsa pêwendiyên dîrokî yên navbera herdu aliyan û rewşa siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û navçeyê hat gotûbêjkirin.
Hewramî diyar kir ku hevdîtin li Wezareta Derve ya Rûsyayê birêve çû û her du aliyan tekezî li ser girîngiya pêşvebirina pêwendiyên du alî di hemû waran de kirin.