'74 baregehên serbazî yên Ukraynayê ji kar ketin'
Encamên êrîşên îro yên Rûsyayê hatin ragihandin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevanî ya Rûsyayê ragihand; 74 baregehên serbazî yên Ukraynayê ji kar xistine.
Berdevkê Wezareta Berevanî ya Rûsyayê Îgor Konaşînkov daxuyaniyek belav kir û ragihand; di êrîşên îro 24ê Sibata 2022yan de 11 balafirgeh, 3 baregehên serbazî, baregeheke deryayî û 18 wêstgehên agahdarkirina taybet a sîstema berevanî ya firokevanî, hatin armanckirin.
Serokê Rûsyayê Vladimir îro pêncşemê danê sibê biryara destpêkirina operasyoneke leşkerî ya taybet bo parastina Donbasê li başûrê rojhilatê Ukraynayê ragihand.
Vladimir Putin ji serbazên Ukraynayê daxwaz kir ku çek deynin û vegerin mala xwe.