Bajarê Herson kete bin kontrola Rûsyayê
Hat ragihandin ku devera Herson ji kontrola Ukraynayê derketiye û ketiye bin kontrola Rûsyayê.
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi fermana Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, hêzên Rûsî vê sibê dest bi operasyona serbazî li dijî Ukraynayê kir û yekem nûçeya jidestdana devereke Ukraynayê hat.
Hat ragihandin ku devera Herson ji kontrola Ukraynayê derketiye û ketiye bin kontrola Rûsyayê.
Şêwirmendê Zelenskiy ragihand ku Ukrayna li tevahiya sînorê xwe li ber hêzên Rûsî li ber xwe dide û li deverên Sumy, Karkiv, Herson û Odessa û li balafirgeheke serbazî ya nêzîkî Kievê şer û pevçûnên tund diqewimin.
Li gor daxuyaniya îdareya fermî ya bajarê Herson yê li başûrç Ukraynayê, Herson êdî di bin kontrola Rûsyayê de ye.