Firokeyên F-35 ên Amerîkayê gihîştin Deryaya Reş

Ji bo piştevaniya hêzên NATOyê li hember Rûsyayê.

Navenda Nûçeyan (K24) – Medyaya Amerîkayê ragihand; bi mebesta piştevaniya hêzên berevanî yên Hevpeymaniya Bakurê Atlantîk (NATO), 6 firokeyên cûreya F-35 ên Amerîkayê, gihîştin Deryaya Reş û Deryaya Baltîk.

Malpera The Aviationist ragihand; ji 12 firokeyên F-35A Lightning II yên Amerîkayê, ku li Almanyayê bûn, 6 firoke bo Deryaya Reş û Deryaya Baltîk hatin şandin.

Herwiha diyar kiriye; ev pêngav piştî wê yekê hat ku vê sibê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin biryara destpêkirina êrîşa ser Ukraynayê ragihand.