Hejmarek welatiyên Kurd li Kîevê asê mane

Xetên înternet û pêwendiyê ji kar ketine.

Hewlêr (K24) – Rûsya li dijî Ukraynayê dest bi êrîşa serbazî kir û hejmarek welatiyên Kurd ku ji bo perwerdehiyê çûne Ukraynayê, li Kîevê asê mane.

Niha rewşa Ukraynayê metirsîdar e û xetên înternet û pêwendiyê ji kar ketine, beşek ji welatiyên Ukraynayê jî ber bi sînorên welatên Ewropayê koç dikin.

Ji navçeya Zaxo welatiyê bi navê Ehmed Çolî Elî ji K24ê re diyar kir; îro beriya nîvro bi birayê xwe yê bi navê Mistefa yê li Ukraynayê ketiye pêwendiyê û birayê wî jê re gotiye ku ber bi Polandayê bi rê ketine.

Herwiha birayê wî ragihandiye ku nêzîkî 20 heta 30 ciwanên Kurd niha li Ukraynayê ne û ew li wê derê asê mane.

Ehmed Çolî Elî ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz kir ku ji bo rizgarkirina birayê wî û Kurdên ku li Ukraynayê asê mane, rêkarên pêwîst werin cîbicîkirin.

Îro artêşa Rûsyayê dest êrîşa ser Ukraynayê kir û li çend deveran kete nav axa wî welatî.