Artêşa Rûsyayê li nêzîkî Kîevê ye
Hêzên Rûsyayê roja duyem kiryarên xwe yên serbazî li nava Ukraynayê encam didin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Rûsyayê roja duyem kiryarên xwe yên serbazî li nava Ukraynayê encam didin, medyayên cîhanê eşkere kir ku artêşa Rûsyayê li derdora Kîeva paytext belav bûne.
Li gor medyaya Rûsî, dengê teqînan li bajarê Kîeva paytexta Ukraynayê hatine bihîstin, Balafirgeha Antonov a nêzîkî Kîevê ji aliyê hêzên Rûsyayê ve hatiye kontrolkirin.
Medyayên cîhanê diyar dikin, zengilê agahdarkirinê li Kîevê hatiye bihîstin, artêşa Ukraynayê jî xwe ji bo şer amade kiriye û ketina Kîevê gelek nêz bûye.
Li aliyê din, Kanada siza xistin ser Banka Navendî ya Rûsyayê, Emmanuel Macron jî daxwaz kir, deriyê gotûbêjan ligel Putin vekirî bimînin.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken jî tekez kir ku Washington amade li rojhilatê Ewropayê rûbirûyî Moskowê bibe.