Qedafî çawa pêşbîniya şerê rojhilatê Ewropayê kiribû?
Serokê berê yê Lîbyayê Muamer Qedafî di gelek axaftinên xwe de metirsiya Rûsyayê pêşbînî dikir.
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê berê yê Lîbyayê Muamer Qedafî di gelek axaftinên xwe de metirsiya Rûsyayê pêşbînî dikir ku di pêşerojê de karesatê bîne serê mirovahiyê.
Muamer Qedafî roja 14ê Tebaxa 2009an de di daxuyaniyeke xwe de diyar kiriye ku berfirehbûna sînorên Peymana Bakurê Atlantîk (NATO) metirsî bo ser asayîşa cîhanê dirust dike.
Qedafî di heman daxuyaniya xwe de destnîşan kiriye ku berfirehbûna NATO metirsiya rasterast bo Rûsyayê derdixe holê û gotiye: “NATO hewl dide hemû komarên ser bi Yekîtiya Sovyetê ber bi xwe ve rakêşe, Moskow vê yekê weke metirsiya ser pêkhateya siyasî û asayîş û seqamgîriya xwe dibîne.”
Muamer Qedafî gotiye; xirabiya pêwendiyên Rûsya û Ukraynayê dê bibe sedema derketina kêşeyan, bi taybetî hewldana Kîevê bo çûna nav hêza NATO. Qedafî gotiye: “Min ev di çarçoveya serdana xwe ya bo Ukraynayê de hîs kir.”
Herwiha diyar kiriye; rojava di şerê sar de li hember Rûsyayê bi ser ket, loma hewl da bi rêya NATO li hember Rûsyayê be, herî dawî şerek weke şerê cîhanî yê duyem li Ewropayê di rê de ye.