Rojnameyên rojava: Rojeke reş e ji bo Ewropayê
Îro manşetên rojnameyên Ewropayê li ser şerê Ukraynayê bûn.
Navenda Nûçeyan (K24) – Îro manşetên rojnameyên Ewropayê li ser şerê Ukraynayê bûn û piraniya rojnameyan dîmena wê jina Ukraynî ya birîndar li ser rûpela ewil a rojnameyan çap kirine û nivîsandine: Rojeke reş e ji bo Ewropayê.
Beşek ji rojnameyên Ewropayê destnîşan kirine ku serkeftina Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di şerê vê carê de, rûyê Ewropayê dê biguherîne.
Herwiha beşek ji rojnameyan jî êrîşeke tund li Putin kirine û ew şibandine Adolf Hitlerê naziyan.