Putin bo Artêşa Ukraynayê: Desthilatê bigrin destê xwe

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ji artêşa Ukraynayê daxwaz kir, Serokê Ukraynayê ji kar dûr bixin û desthilata welatê xwe bigrin destê xwe.

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî derbasbûna rojekê di ser êrîşa Rûsyayê bo ser Ukraynayê de, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ji artêşa Ukraynayê daxwaz kir, Serokê Ukraynayê ji kar dûr bixin û desthilata welatê xwe bigrin destê xwe.

Li televîzyona fermî ya Rûsyayê axaftineke Serokê Rûsyayê Vladimir Putin hat belavkirin, ku Putin berê xwe dide artêşa Ukraynayê û dibêje: “Desthilatê bigrin destê xwe. Dibe ku danûstandina navbera min û we hêsantir bibe.”

Vladimir Putin dibêje: “Yekeyên serbazî yên Ukraynayê şer nakin, ewên li ber me radiwestin, çend pêkhateyên neteweperest in û weke terorîst reftar dikin, ew welatiyên sivîl weke mertala mirovî bi kar tînin.”

Ev di demekê de ye ku vê êvarê Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihad; şandeke wan li ser asta Wezareta Derve û Berevanî û Îdareya Serokatiyê, ji bo danûstandinên ligel şanda Ukraynî, serdana Minsk kiriye.