Kîev şeveke xwînavî derbas kir
Medyayên cîhanî ragihand; şeva borî Kîev şeveke xwînavî derbas kir û behsa têkbirina hêzên Rûsyayê dikin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Medyayên cîhanî ragihand; şeva borî Kîev şeveke xwînavî derbas kir û behsa têkbirina hêzên Rûsyayê dikin.
Şeva borî hêzên Rûsyayê ji çend aliyan ve êrîş kirin ser bajarê Kîeva paytexta Ukraynayê, lê belê di kontrolkirina wî bajarî de bi ser neketin.
Li gor zanyariyên ajansa nûçeyan a Reutersê, artêşa Ukraynayê li hember êrîşên Rûsyayê rawestiyaye, şeva borî hêzên Rûsyayê gelek hewl dane ji bo Kîevê dagir bikin.
Li aliyê din, Şêwirmendê Wezîrê Navxwe yê Ukraynayê ragihand; rewşa Kîev û derdora wê xirab e, dest bi derkirina kesên alozî û tevliheviyê derdixin, hatiye kirin.
Şêwirmendê Wezîrê Navxwe yê Ukraynayê diyar kir; hêzên Rûsî avahiyên sivîl ên li Kîevê bombebaran dikin.
Di şerê Rûsya û Ukraynayê de ziyanên du rojên borî wiha ne:
Ziyanên Ukraynayê:
316 kuştî
137 birîndar
100.000 aware
Rûsyayê 118 pêgehên serbazî yên Ukraynayê bombebaran kirin
Ziyanên Rûsyayê:
450 kuştî
Têkbirina 30 zirxpoşan ji aliyê Ukraynayê ve
6 firoke hatine têkbirin
7 helîkopter ketine xwarê