Kurdistan24 dîdarek li ser Biryarên Dadgeha Federal saz dike

Navenda Lêkolîn û Rapirsiyê ya Kurdistan24 dîdarek li ser "Biryarên Dadgeha Federal a Iraqê yên li hember Herêma Kurdistanê" li dar dixe.

Navenda Lêkolîn û Rapirsiyê ya Kurdistan24
Navenda Lêkolîn û Rapirsiyê ya Kurdistan24

Hewlêr (K24) – Navenda Lêkolîn û Rapirsiyê ya Kurdistan24 dîdarek li ser "Biryarên Dadgeha Federal a Iraqê yên li hember Herêma Kurdistanê" li dar dixe.

Bi beşdariya şareza û pisporan, Navenda Lêkolîn û Rapirsiyê ya Kurdistan24ê dîdareke taybet li ser "Biryarên Dadgeha Federal a Iraqê yên li hember Herêma Kurdistanê" saz dike.

Di dîdarê de gotûbêjeke vekirî li ser siberoja Iraqê û pêgeha Herêma Kurdistanê li navçeyê dê were kirin.

Dîdara Navenda Lêkolîn û Rapirsiyê ya Kurdistan24 îro 26ê Sibata 2022yan di demjimêr 15:00an de li Hotela Van Royal a li Hewlêra paytext birêve diçe.