Şer li nav kolanên Kîevê dest pê kir
Artêşa Rûsyayê hewldanên xwe yên ji bo dagirkirina Kîeva paytexta Ukraynayê zêde kirine.
Kîev (K24) – Artêşa Rûsyayê hewldanên xwe yên ji bo dagirkirina Kîeva paytexta Ukraynayê zêde kirine û şer li nav kolanan dest pê kiriye.
Nûçegihanê K24ê Azad Altun ji Kîevê ragihand; şer li nava kolanên Kîevê dest pê kir, li gelek deverên paytext dengê teqînan têne bihîstin.
Nûçegihanê me diyar kir: “Ji rojava heta rojhilatê bajarê Kîevê, şer û bombebaran heye, li hinek deveran şerê giran rûdidin. Li gor Wezareta Berevanî ya Ukraynayê, nehiştine ku ti deverek bikeve bin kontrola artêşa Rûsyayê.”
Azad Altun herwiha eşkere kir: “Ji bo piştevaniya Ukraynayê, hêzeke mezin ji Polandayê bi rê ketine û tê çaverêkirin, îro piştî nîvro, ew hêz bigihîjin Kîevê.”
Li gor amarên şaredariya Kîevê, ji ber bombebarana îro ya Rûsyayê, li bajêr 35 welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane.