Bangewaziya Kesk’ê ji bo 8’ê Adarê Roja Jinan
Diyarbekir (K24) – Baskê Jinan ya Konfedarsyona Sendîqaya Kedkar û Karmendan KESK’ê li Diyarbekirê bi daxuyaniyekî ragihandin ku ew dest bi çalakiyên xwe yên ji bo parastin û garantîkirina mafên jinan dikin. Hat ragihandin ku dê baskên jinan yên hemû sazîyên sivîl û partiyên siyasî heta 8’ê Adarê cûre çalakiyan lidar bixin û daxwaza garantîkrin û parastina mafên wekhevî yên jinan bikin.
Berdevka Serdemê ya KESK a Diyarbekirê Fatma Yildizhan daxuyand ku li Tirkiyeyê pergaleke li dijî mafên jinan heye û rayedarên hikumetê jî ji bo başkirina wê rewşê guharînan nakin, lê bi betalkirina peymana Stembolê û guhartinên ku dikin, rê li ber binpêkirinên mafên jinan jî xweş dikin.
Berdevka KESK’ê balê kişand ku jin li Tirkiyeyê tên kuştin, winda kirin û destdirêjî û tundî li wan tên kirin, lê hesavên kirinên bersûcan jî ji wan nayê pirsîn. Loma jî tada û tundî jî wek gefekiye li ser jiyana jinan.
Fatma Yildizhan, bang kir ku hemû jin, ji bo vegerîna jinên ku ji karên xwe hatine derxistin û li wan neheqî hatine kirin, piştgriya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jînên Kedkar a Cîhanî bikin.