Kurdistan24 dîdarek derbarê biryarên Dadgeha Federal de birêve bir

Di dîdarê de nêrînên cuda derbarê biryarên Dadgeha Federal a Iraqê û pêgeha Herêma Kurdistanê li navçeyê de hatin pêşkêşkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Navenda Lêkolîn û Rapirsiyê ya Kurdistan24 dîdarek li ser "Biryarên Dadgeha Federal a Iraqê yên li hember Herêma Kurdistanê" li dar xist û di dîdarê de encam û karvedanên biryarên vê dawiyê yên Dadgeha Federal a Iraqê hatin guftûgokirin.

Dîdar bi beşdariya şareza û pisporan û Navenda Lêkolîn û Rapirsiyê ya Kurdistan24ê bi navnîşana "Biryarên Dadgeha Federal a Iraqê yên li hember Herêma Kurdistanê" li dar ket. beşdaran jî nêrîn û pêşbîniyên xwe derbarê van biryaran de pêşkêş kirin.

Di dîdarê de gotûbêjeke vekirî li ser siberoja Iraqê û pêgeha Herêma Kurdistanê li navçeyê dê were kirin.

Dîdara Navenda Lêkolîn û Rapirsiyê ya Kurdistan24 îro 26ê Sibata 2022yan di demjimêr 15:00an de li Hotela Van Royal a li Hewlêra paytext birêve çû.