Serokwezîrê Herêma Kurdistanê fermanek ji bo dabînkirina budceya hilbijartinê da

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tevahiya aliyên pêwendîdar raspardin, budce û hemû pêwîstiyên proseya hilbijartinê dabîn bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Serokatiya Dîwana Encûmena Wezîran û hemû aliyên pêwendîdar raspardin, budce û hemû pêwîstiyên proseya hilbijartinê dabîn bikin, ji bo hilbijartin di dema xwe ya diyarkirî de bê encamdan.

Nivîsgeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, li gor fermana Herêmî ya hejmar 33 a roja 24ê Sibata 2022an ku roja 1ê Cotmeha 2022an wek roja encamdana hilbijartina xula Şeşemîn a Parlemanoya Herêma Kurdistanê destnîşan kiriye, îro Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi biryarekê Serokatiya Dîwana Encûmena Wezîran û tevahiya aliyên pêwendîdar raspardin, budce û hemû pêwîstiyên proseya hilbijartinê dabîn bikin, ji bo hilbijartin di dema xwe ya diyarkirî de bê encamdan.  

Roja 24ê Sibatê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî biryara diyarkirina roja hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê îmze kir û roja 1/10/2022yan ji bo encamdana hilbijartinan hat diyarkirin.