Şandeke DTSO ji bo amadekariyên Fuara Turîzm û Gastronomiyê ya Mezopotamyayê li Hewlêrê ye
Biryar e di navbera 24-27ê Adara bê de, Fuara Turîzm û Gastronomiyê ya Mezopotamyayê li Diyarbekirê were vekirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw diyar kir, ew ê beşdarî Fuara Turîzm û Gastronomiyê ya Mezopotamyayê ya ku dê li Diyarbekirê bê vekirin bibin.
Biryar e di navbera 24-27ê Adara bê de, ji bo cara yekem “Fuara Turîzm û Gastronomiyê ya Mezopotamyayê” li Diyarbekirê were vekirin.
Di wê derbarê de, Şanda Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Diyarbekirê (DTSO) di çarçoveya amadekariyên fuara de serdana Hewlêra paytext kir.
Şande ji Serokê Komîta Giştî ya DTSO Mehmet Kaya, Alîkarê Serokê Giştî Erdal Avşar, Endamên Komîtê Nevîn Îl, Faruk Korkmaz û Sekreterê Giştî Ferdanî Gokdere pêk tê.
Şandê serdana Parêzgarê Hewlêrê, Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Hewlêrê (TSO) û Konsulxaneya Tirkiyê li Hewlêrê kir.
Şanda DTSO’yê bi Serokê TSO’yê Dara Celîl El Xeyat re, piştre bi Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw re hevdîtin pêk anî.
Mehmet Kaya da zanîn, wan di civînê de agahî derbarê fuara ku dê bê vekirin de dane û diyar kir, Parêzgarê Hewlêrê ji bo beşdarbûnê hatiye vexwendin.
Derbarê geşepêdana têkiliyên bazirganî de jî Kaya diyar kir, wan bi Parêzgarê Hewlêrê re li hev kirine ku kar ji bo çareserkirina pirsgirêkên gumrikê bikin.
Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw diyar kir, ew girîngiyeke mezin didin pêwendiyên bazirganî û çandî û got ku ew ê weke şande beşdarî Fuara Geştûguzar û Gastronomiya Mezopotamyayê bibin.