Serok Barzanî û Tevgera Babiliyon tekezî li parastina mafên pêkhateyên Iraqê dikin

Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li şandeke Tevgera Babiliyon bi serokatiya Reyan Kildanî kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 27ê Sibata 2022an pêşwazî li şandeke Tevgera Babiliyon bi serokatiya Reyan Kildanî kir.

Di hevdîtinê de, rewşa siyasî û dawî pêşhatên nava proseya siyasî ya Iraqê hatin guftûgokirin.

Her di wê hevdîtinê de, tekezî li parastina mafên destûrî yên pêkhateyên Iraqê û hevahengî û nêzîkbûna di navbera wan de hate kirin.

Di beşeke din a hevdîtinê de, şanda mêvan pêzanîna xwe ji bo rola Herêma Kurdistanê di piştevanîkirina pêkhateyên olî û netewî de nîşan da.

Fly Erbil Advertisment