Her çar serokatiyên Herêmê sibe bersiva Dadgeha Federal a Iraqê didin
Navenda Nûçeyan (K24) – Biryar e siba 28ê Sibata 2022an, her çar serokatiyên Herêma Kurdistanê bicivin û bersiva Dadgeha Federal a Iraqê derbarê yasaya gaz û petrola Herêma Kurdistanê de bidin.
Şêwirmendê Bilind ê Serokê Herêma Kurdistanê Dilşad Şihab ji K24ê re ragihand, sibe her çar serokatiyên Herêma Kurdistanê, Serokatiya Herêmê, Serokatiya Hikûmetê, Serokatiya Parlamentoyê û Serokatiya Encûmena Dadwerî dicivin.
Diyar kir jî, di civînê de guftûgo derbarê biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya derbarê yasaya gaz û petrola Herêma Kurdistanê de tê kirin û bersiva dadgehê tê dayîn.
Roja 15ê Sibata 2022an Dadgeha Federal a Iraqê di biryarekê de ragihand, yasaya gaz û petrola Herêma Kurdistanê nedestûrî ye û piştî biryarê jî, sazî û dezgehên bilind ên Herêma Kurdistanê û beşek ji aliyên Iraqî, ev biryar bi siyasî û li dijî Herêma Kurdistanê bi nav kirin.
Di wê derbarê de Serok Barzanî dipeyamekê de ragihand, biryara Dadgeha Federal a Iraqê, biryareke bi tevahî siyasî ye û berevajî destûra Iraqa Federal e.