Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li şanda Tevgera Babiliyon kir

Tekezî li ser girîngiya nêzîkkirina aliyên siyasî û şirîkatiya rasteqîn hat kirin.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro yekşemê 27ê Sibata 2022yan pêşwazî li Sekreterê Giştî yê Tevgera Babiliyon Reyan Kildanî û şanda pê re kir.

Şanda Tevgera Babiliyon a bi serokatiya Sekreterê Giştî yê Tevgera Babiliyon Reyan Kildanî, ji endamên Fraksiyona Babiliyon ên li Parlamentoya Iraqê pêk hatibû.

Di civînê de rewşa giştî û proseya siyasî ya Iraqê û hewldanên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê hatin gotûbêjkirin.

Herwiha di civînê de tekezî li ser girîngiya siftkirina hewldanan hat kirin ji bo nêzîkkirina aliyên siyasî ya ji bo berjwendiya giştî ya welatiyên Iraqê û parastina mafên destûrî yên pêkhateyên cuda li ser bingeha beşdarî û şirîkatiya rasteqîn di pêşvebirin û biryara siyasî ya Iraqê de.

 

Fly Erbil Advertisment