Wezîrê Derve yê Ukraynayê: Rûsyayê ti armanca xwe bi dest nexistiye
"Rûsyayê 4 roj in şer dike, lê ti armancek bi dest nexistiye."
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Ukraynayê Dmitro Kuleba ragihand; Rûsyayê 4 roj in şer dike, lê ti armancek bi dest nexistiye û dibêje: “Em ji bo parastina Ukraynayê şer dikin.”
Dmitro Kuleba di axaftineke xwe de ragihand; xaka Belarusê ji bo êrîşkirina ser welatê wan hatiye bikaranîn û berxwedana welatê wan, ji bo Putin tiştekî çaverêkirî nebû.
Kuleba eşkere kir: “Şer li piraniya herêmên Ukraynayê didome, Rûsyayê tawana şer li Ukraynayê encam da, xaniyê kesên bi temen hat bombebarankirin û hejmarek zarokan jî ji ber êrîşên Moskowê canê xwe ji dest dan.”
Wezîrê Derve yê Ukraynayê dibêje: “Li bajarên mezin gelek armancên sivîl hatin bombebarankirin, ji bilî wê, ji ber êrîşên Rûsyayê karesata jîngehê derket holê. Em ê tawanbaran rûbirûyî dadgehê bikin.”
Herwiha diyar kir: “Em spasiya wan aliyan dikin ku piştevanên welatê me bûn. Em spasiya xwebexşan dikin ku li dijî Rûsyayê şer dikin.
Dmitro Kuleba dibêje: “Hevpeymaniya ku li dijî Putin hatiye ragihandin, zêdetirî 80 welatan e, Putin ketiye goşeyê, hemû derî li ber wî hatine girtin, ji ber sîstema wan a siyasî, ew ê neçarî hejariyê bibin.”