Wezareta Berevanî ya Rûsyayê: Çeka atomî amade ye

Weke yek ji çekên stratejîk ên welatê xwe bi nav kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevanî ya Rûsyayê li ser malpera xwe ya fermî çeka atomî nimayîş kir û weke yek ji çekên stratejîk ên welatê xwe bi nav kir.

Malpera Wezareta Berevanî ya Rûsyayê hejmarek çekên atomî nimayîş kirin û destnîşan kir; di dema bersivdana her dijminkariyek li dijî Rûsya û hevpeymanên wê de, çeka atomî bi kar tînin.

Wezareta Berevanî ya Rûsayê eşkere kiriye ku hêza atomî ya Rûsyayê ji hêzên mûşekî yên stratejîk pêk tê.