Li Herêma Kurdistanê 6 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 426 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.

Hewlêr (K24) –  Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 426 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 6 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de  426 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 219 kes li Hewlêrê, 146 kes li Silêmaniyê, 44 kes li Duhokê, 13 kes li Helebceyê, 4 kes li Germiyanê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 6 kesan canê xwe ji dest dan, ku ji wan 2 kes li Hewlêrê, 2 kes li Duhokê, 1 kes li Germiyanê û 1 kes li Raperînê ye.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 695 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 454 kes li Hewlêrê, 108 kes li Silêmaniyê, 120 kes li Duhokê, 5 kes li Helebceyê, 8 kes li Germiyanê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 429439

Mirin: 7372

Başbûn: 414344

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.