Çekdarên ser bi Tirkiyê ve 5 kes ji gundekî Efrînê revandin
Çekaran di mehên borî de 13 kes ji wî gundî revandin û heta niha çarenivîsa 9 kesan ji wan ne diyar e.
Navenda Nûçeyan (K24) – Çekdarên opozîsyona Sûriyê yên bi artêşa Tirkiyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 5 kesên din ji gundê Îska revandin.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, çekdarên grûpa Feyleq El-Şamê roja 21 û 23 vê mehê bi ser gundê Îska ya navçeyan Şêrewa de girt û 5 kes revandin.
Navê kesên hatine revandin wiha ne: Şiyar Ehmed Şêxo Mistefa, Fîras Mistefa Kêfo, Rodî Rifet Kêfo, Hemîde Mihemed Mistefa û Waêl Yûsif Tirk.
Rêxistina Mafên Mirovan da zanîn jî wê grûpa çekdar di çend mehên borî de 13 kes ji gundê Îska revandine û heta niha çarenivîsa 9 kesan ji wan ne diyar e.
Kesên ku çarenivîsa wan ne diyar in: Ehmed Yûsif Husên, Silêman Zekî Mistefa, Nîdal Mihemed Nor Kêfo, Deştî Ezîz Birîmo, Ismet Hesen Birîmo, Eymen Mihemed Elî Kêfo, Omer û Ziyad Hemo Cemlo.
Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê de, bi hezaran Kurdên Efrînê hatine revandin û heta niha çarenivîsa hejmareke mezin ji wan nayê zanîn.