Serokê Ukraynayê: Serbazên me ji bo siberojê şer dikin
Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky pêşbîniya wê yekê nake ku civîna şanda welatê wî û şanda Rûsyayê ti encamekê bi dest bixin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky pêşbîniya wê yekê nake ku civîna şanda welatê wî û şanda Rûsyayê ti encamekê bi dest bixin û dibêje: “Tiştê girîng ew e ku hewldan li ser vê mijarê bidomin.”
Volodimir Zelensky vîdeoyek li ser civîna şanda Ukraynayê ligel şanda Rûsyayê li devereke sînorî ya ligel Belarusê bi armanca dîtina rêyeke çareseriya nakokiyên navbera herdu welatan belav kir.
Serokê Ukraynayê diyar kiriye: “Ti welatiyek ji hewldanên me yên ji bo sekinandina şer gumanê neke, eger derfeteke kêm jî hebe, hewldan berdewam dibin.”
Zelensky tekez kiriye ku armanca welatê wî di civîna ligel şanda Rûsyayê de, parastina yekparçebûna axa Ukraynayê ye û serbazên wan ji bo pereyan şer nakin, ji bo siberojê şer dikin.
Beriya niha Serokê Ukraynayê ragihandibû ku şanda welatê wî bêyî mercê pêşwext, ligel şanda Rûsyayê li devereke nêzîkî sînorê Belarusê dicive.