Mercên Ukraynayê hatin eşkerekirin

Îro civîna şandên danûstankar ên Ukrayna û Rûsyayê birêve çû.

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro civîna şandên danûstankar ên Ukrayna û Rûsyayê birêve çû û mercên Ukraynayê ji bo pêkanîna aştiyê hatin eşkerekirin.

Şêwirmendê Ofîsa Serokatiya Ukraynayê Alexei Aristovic ragihand; Kîev daxwaz kiriye ku hemû hêzên artêşa Rûsyayê ji axa Ukraynayê vekişin, tevî nîvgirava Qirim û Donbasê.

Lê belê medyaya Ukraynayê ragihandiye; ev gotinên Şêwirmendê Ofîsa Serokatiya Ukraynayê, nêrînên wî yên şexsî ne.

Îro duşemê 28ê Sibata 2022yan danûstandinên Rûsya û Ukraynayê li devera Gomel a Belarusê birêve çû.