Şeş partiyên opozîsyonê 'Sîstema Parlamenteriya Bihêz' ragihand
Li gor sîstema nû benda hilbijartinê dibe ji %3.
Navenda Nûçeyan (K24) - Şeş partiyên opozîsyona Tirkiyê `Sîstema Parlamenteriya Bihêz` îmze kirin. Li gor sîstema nû benda hilbijartinê dibe ji %3 û heyama erkê serokomar jî 7 sal e.
Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener, Serokê Partiya Seadetê Temel Karamollaoglu, Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu, Serokê Partiya DEVA Ali Babacan û Serokê Partiya Demokrat Gultekin Uysal îro li Enqerê civiyan û danezana “Sîstema Parlamenteriya Bihêz” îmze kirin.
Danezana "Sîstema Parlamenteriya Bihêz" ji 42 rûpelan pêk tê û bi hevbeşiya berpirsên her şeş partiyan hatiye amadekirin.
Di merasîmê de ku Cîgirê Serokê CHPê Muharrem Erkek gotarek pêşkêş kir û amaje bi wê kir ku “sîstema niha ya Tirkiyê pirsgirêkên Tirkiyê kûrtir kiriye. Em li dijî vê sîstemê ne ku serweriyê di şexsekî de kom dike”.
Muharem Erkek “Sîstema Parlamenteriya Bihêz” jî wek rêya ji derketina pirsgirêkan binav kir û bi gotina wî, ev sîstema ku her şeş partî li ser rêkeftin kirine, dê demokrasiyê vegerîne Tirkiyê û di her warî de mafên mirov û azadiyê li ber çav bigire.
Parlamenterê DEVAyê Mustafa Yeneroglu jî ku ji AK Partiyê cuda bûbû, behsa benda hilbijartinê kir û got, “Ji bo zêdekirina hêza temsîlyetê û pêkanîna demokrasiya piralî, em dê benda hilbijartinê daxin bo ji %3ê.”
Cîgirê Serokê Partiya Demokrat Bulent Şahînalp jî li ser heyama serokomar got, “Dê dema erkê serokomar 7 sal be û dê tenê bo heyamekê bê hilbijartin. Dê peywendiya kesê dibe serokomar li gel partiya wî nemîne û piştî temamkirina erkê xwe jî nikare vegere sîyaseta aktîv.”
Li ser navê Partiya Pêşerojê Ayhan Sefer Ustun jî li ser sîstema darazê ragihand, “Lijneya Dadger û Dozgeran (HSK) dê bê rakirin û dê wek du dezgeh; Lijneya Dadgeran û Lijneya Dozgeran ji nû ve bê sazkirin.”
Cîgirê Seroka ÎYÎ Partiyê Bahadir Erdem jî li ser rewşa raderbirînê ya li Tirkiyê axivî û got, di serî de azadiya raderbirîn û medyayê, ew bi biryar in li Tirkiyê sîstemekê ava bikin ku di her warî de azadiyan garantî bike.
Cîgirê Serokê Partiya Saadetê Bulent Kaya amaje bi “qeyyûm û kiryarên wan” û sîstema xwendinê kir û got, “Em dê dawî li kiryarên qeyûman bînin. YOK (Lijneya Xwendina Bilind) dê bê rakirin.”
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku sêyem mezintirîn fraksiyon e li Parlamentoya Tirkiyê ji aliyê her şeş partiyan ve nehat vexwendin.