Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li şanda serbazî ya Amerîkî kir
Şanda serbazî ya Amerîkî, pesnê çaksaziyên Wezareta Pêşmerge da.
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro duşemê 28ê sibata 2022yan pêşwazî li şanda serbazî ya Amerîkî ya bi serokatiya Şêwirmendê Bilind ê Serbazî kir.
Di civînê de li ser rewşa giştî ya Iraqê û pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê gotûbêj hat kirin.
Herwiha di civînê de tekezî li girîngiya bihêzkirina hemahengiya navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê ji bo rûbirûbûna terorê hat kirin.
Şanda serbazî ya Amerîkî, pesnê çaksaziyên Wezareta Pêşmerge û pêşveçûnên yekkirina yekeyên Pêşmerge da û bal kişand ser pêwîstiya berdewambûna piştgirîkirina Pêşmerge.