"Ji bo bikaranîna çeka atomî amadekarî tên kirin"
Moskowê ragihand; dest bi cîbicîkirina biryara Serokê Rûsyayê ya li ser bikaranîna çeka atomî hatiye kirin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Moskowê ragihand; dest bi cîbicîkirina biryara Serokê Rûsyayê ya li ser bikaranîna çeka atomî hatiye kirin, berpirsên vê dosyeyê, dest bi amadekariyan kirine.
Ajansa Interfaks a Rûsî ragihand; ji bo cîbicîkirina biryara Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, Wezareta Berevaniyê dest bi amadekirina çeka atomî kiriye, tevî wê, hejmara serbazên xwe li Ukraynayê zêde dikin.
Kovara Foreign Policy diyar kiriye; Moskow hêzên din ên serbazî yên yedeg dişîne Ukraynayê, ji bilî vê, hêzên xwe pir çek dikin. Hêjayî gotinê ye ku artêşa Ukraynayê behsa gelek qurbaniyên di rêzên artêşa Rûsyayê de dike.
Artêşa Rûsyayê îro duşemê 28ê Sibata 2022yan ragihand; divê demildest Kîev were valakirin, çimkî artêşa Ukraynayê welatiyan weke mertala mirovî bi kar tîne.
Berdevkê Wezareta Berevanî ya Rûsyayê ragihand; divê welatiyên li Kîevê ji bajêr derkevin, tîma çeka atomî hindik maye karên xwe temam bikin.
Wezareta Berevanî ya Rûsyayê di malpera xwe ya ferî de vîdeoya nimayîşa çeka xwe ya atomî belav kiriye û yek ji çekên stratejîk ên welatê xwe bi nav dike.
Herwiha destnîşan kiriye; di dema bersivdana her dijminkariyek li dijî Rûsya û hevpeymanên wê de, çeka atomî bi kar tînin.