Danûstandina Ukrayna û Rûsyayê bi vî awayî bi dawî bû

Her du aliyên danûstandinê li ser wê yekê li hev kirin ku di demeke nêz de gera duyem a danûstandinan birêve biçe.

Şêwirmendê Ofîsa Serokê Ukraynayê Mîxaîl Bodolak
Şêwirmendê Ofîsa Serokê Ukraynayê Mîxaîl Bodolak

Navenda Nûçeyan (K24) – Medyaya Rûsyayê ji çavkaniyekî ragihandiye; di danûstandinên îro yên navbera Rûsya û Ukraynayê de li Belarusê, her du aliyên danûstandinê li ser wê yekê li hev kirin ku di demeke nêz de gera duyem a danûstandinan birêve biçe.

Şêwirmendê Ofîsa Serokê Ukraynayê Mîxaîl Bodolak eşkere kir: “Her du aliyên Ukranî û Rûsî dawî li danûstandinên xwe anîn, ku armanca wê dîtina rêyeke çareseriyê ya ragihandina agirbestê li Ukraynayê û dawîanîna şer û bombebaranan bû.”

Herwiha ragihand: “Her du aliyan hejmarek mijar anîn ser maseyê, ku pêwîstiya wan bi çareseriyê heye. Her du şandeyan behsa çawaniya encamdana gereke din a danûstandinan di demeke nêz de kirin, da ku biryaran gotûbêj bikin ku di encama gera yekem a danûstandinan de têne derxistin.”