Serok Barzanî û Fermandarê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê rewşa navçeyê guftûgo dikin

Serok Mesûd Barzanî îpêşwazî li Fermandarê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 1ê Adara 2022an pêşwazî li Fermandarê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê General Brennan kir.

Di hevdîtinê de, rewşa meydanî û rûbirûbûna teroristên DAIŞê li Sûriye û Iraqê hatin guftûgokirin.

Her di wê hevdîtinê de, tekezî li hevahengî û karê hevbeş ê di navbera hêzên Iraqî û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de û pêngavên çaksaziyê yên li Wezareta Pêşmerge hate kirin.

Di beşeke din a hevdîtinê de, şanda mêvan dostanî û hevbeşiya di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Hevpeymanan de bi girîng zanî.