VÎDEO - Welatiyên Ukraynayê vê vîdeoyê gelek parve dikin
Awayê karkirin û ajotina zirxpoşa Rûsî fêr dike.
Navenda Nûçeyan (K24) – Welatiyên Ukraynayê yên li bajarê Berdyansk, bi awayekî berbelav vîdeoya keçekê parve dikin, ku awayê karkirin û ajotina zirxpoşa Rûsî fêr dike.
Di vîdeoyê de keçek derdikeve û tê de çawaniya karkirin û ajotina zirxpoşa Rûsî nîşan dide, niha welatiyên Ukraynayê vê vîdeoyê gelek parve dikin.
Kesên ku vê vîdeoyê parve dikin, ji welatiyan daxwaz dikin ku bi rêya vê vîdeoyê karkirin û ajotina zirxpoşan fêr bibin, da ku bikarin wesayîtên wisa bibin derveyî bajarê xwe.
Keçeke Ukraynî awayê karkirin û ajotina zirxpoşa Rûsî nîşan dide pic.twitter.com/z3apMy3yaM
— Kurdistan24 Kurmanci (@k24_Kurmanci) March 1, 2022