Konsulê Giştî yê Amerîkayê serdana Kurdistan24ê kir
Robert Palladino: Nûçegihanê Kurdistan24ê wisa kir ku derbarê Herêma Kurdistanê de zanyariyên baştir berhev bikim.

Hewlêr (K24) – Konsulê Giştî yê Amerîka yê li Hewlêrê Robert Palladino tevî Berpirsa Karûbarên Giştî ya Konsulxaneyê Gina Cabrera serdana Saziya Kurdistan24ê kir.
Di serdanê de Rêveberê Giştî yê Kurdistan24ê Mihemed Hacî Kerîm kurteyek li ser şêwaza xebata saziyê û erk û pîşeya rojnamevanî û kêşeyên giştî yên rojnamevanan û azadiya rojnamevaniyê li Herêma Kurdistanê û Iraq û navçeyê pêşkêş kir.
Konsulê Giştî yê Amerîka yê li Hewlêrê Robert Palladino kêfxweşiya xwe li ser pêwendiya bihêz a Kurdistan24ê ligel konsulxane û hikûmeta Amerîkayê nîşan da û ragihand: “Tîma min li konsulxaneyê behsa Kurdistan24 û bandora vê saziyê ji min re kir.”
Robert Palladino destnîşan kir ku bi rêya nûçegihanê Kurdistan24ê li Amerîkayê, Kurdistan bêhtir nas kiriye û pirsyarên nûçegihanê Kurdistan24ê wisa kiriye ku derbarê Herêma Kurdistanê de zanyariyên baştir berhev bike.
Saziya Kurdistan24 bo Lêkolîn û Ragihandinê di 31ê Cotmeha 2015an de li bajarê Hewlêrê dest bi weşanê kir û toreke berfireh a nûçegihanên wê li Kurdistan, Iraq û piraniya welatên cîhanê heye.
Ligel bûyer û şerê van çend rojan ên navbera Rûsya û Ukraynayê jî, bi rêya nûçegihan û şanderên xwe yên li Kîeva paytexta Ukrayna û deverên sînorî yên herdu welatan, bi awayekî profesyonel, şer dişopîne û çirke bi çirke dîmen û zanyarî ji temaşevan û guhdaran re vediguhezîne.







