Blinken: Divê peyameke me ya bihêz li dijî Putin hebe

"Bi sedan welatiyên Ukraynî ji ber bombebaranên Rûsyayê canê xwe ji dest dane."

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken li ser rewşa Ukrayna û êrîşên Rûsyayê ragihand; bi sedan welatiyên Ukraynî ji ber bombebaranên Rûsyayê canê xwe ji dest dane.

Antony Blinken diyar kir; nîv milyon welatiyên Ukraynî yên ji pîr, zarok û jinan, ber bi welatên cîran koç kirine.

Blinken destnîşan kir: “Bêdengkirin li Rûsyayê berdewam e, ew xwepêşander û rojnamevanan desteser dikin, kesên neyarê sîstema Moskowê bin, têne kuştin û êşkencekirin, her raportek li dijî dagirkirina Ukraynayê were amadekirin, li dijî wê radiwestin.”

Wezîrê Derve yê Amerîkayê tekez kir: “Divê em peyameke yekgirtî ya bihêz li dijî Putin bidin û were xwestin ku bêyî şert û merc şerê Ukraynayê rawestîne.”

Blinken herwiha got: “Divê çavê me li Belarusê jî bibe ku neyarên xwe êşkence dike, di çend rojên borî de hikûmeta wî welatî xwepêşander desteser dikirin.”