Amerîka 12 dîplomatkarên Rûsî deport dike

"Karmendên îstixbaratê ne."

Neteweyên Yekbûyî
Neteweyên Yekbûyî

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevka Koşka Spî Jen Psaki ragihand; 12 dîplomatkarên Rûsî ku li Nûnertiya Rûsyayê ya li Neteweyên Yekbûyî kar dikin "karmendên îstixbaratê ne" têne deportkirin.

Jen Psaki di civîneke çapemeniyê de ragihand: “Me dest bi proseya deportkirina 12 karmendên îstxbaratê kir ku li Nûnertiya Rûsyayê dixebitin.”

Psaki destnîşan kir: “Ew kes berevajî berjewendiyên me yên niştimanî sîxûriyê dikin û destûra niştecîbûna Amerîkayê xirab bi kar anîne.”

Li aliyê din, Nûnerê Herdemî yê Rûsyayê yê li Neteweyên Yekbûyî Vasiliy Nebenzya  di civîneke çapemeniyê de li navenda giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê ragihand: “Amerîka 12 dîplomatkarên Rûsî ku li NY peywirdar in, weke sîxûr nasandin, ji me re ragihandin ku divê ew kes heta 7ê Adarê ji Amerîkayê derkevin.”