Rûsyayê dezgeheke medyayê ya Ukraynî kire armanc

Televîzyona Ukraine24 hat mûşekbarankirin.

Rûsyayê dezgeheke medyayê ya Ukraynî kire armanc
Rûsyayê dezgeheke medyayê ya Ukraynî kire armanc

Navenda Nûçeyan (K24) – Medyaya Ukraynayê vîdeoyek belav kir ku tê de hêzên Rûsyayê mûşekek arasteyî dezgeheke medyayê dikin.

Êrîşên Rûsyayê bo ser Ukraynayê derbasî roja şeşem bûye. Moskow bi rêya mûşekan ve avahiya televîzyona Ukraine24 kire armanc û bo demekê weşana wê televîzyonê rawestiya.

Ev êrîşên Rûsyayê piştî wê yekê tên ku Wezareta Berevanî ya Rûsyayê ji welatiyên Ukraynî daxwaz kir ku ji Kîevê derkevin.

Wezîrê Berevanî yê Rûsyayê Îgor Konaşenkov ragihand; êrîşkirina ser medyayên Ukraynî li hember bêdengkirina medyayên Rûsî tê, ku êrîşa elektronîk bo ser medyayên Rûsî zêde bûne.

Ji bo dîtina vîdeoyê bitikîne.