Selim Kurbanoglû bi 10 sal û 6 mehan hat cezakirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê berê yê Şaredariya Bajarênû ya ser bi Diyarbekirê ve Selim Kurbanoglû, bi hênceta endamtiya PKK’ê bi 10 sal û 6 mehan hat cezakirin.
Kurbanoglûyê ji aliyê 8. Dadgeha Ceza ya Diyarbekirê ve hat darezandin, bi 10 sal û 6 mehan hat cezakirin.
Kûrbanoglû li dadgehê tometên ku pê hatiye tawanbarkirin qebûl nekirin û ragihand ku peywira xwe ya şaredarî li gor destûrê û bi hêjayî kiriye. Lê ew bi tawanbariya endamtiya rêxistina PKK’ê hatiye cezakirin.
Selîm Kurbanoglû di sala 2017’an de, dema Hevserokatiya Şaredariya Bajarênû ya Diyarbekirê dikir; bi hênceta ku piştgiriya aborî daye PKK’ê hatibû destserkirin û doz lê hatibû vekirin.