Serokê Ukraynayê: Di hefteyekê de 9 hezar leşkerên Rûsî hatine kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Ukraynayê ragihand, di nava hefteyekê de nêzî 9 hezar leşkerên Rûsî hatine kuştin. Rûsyayê jî dibêje, tenê 498 leşker hatine kuştin.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky îro 3ê Adarê di daxuyaniyekê de ragihand, di nava hefteyekê de nêzî 9 hezar leşkerên Rûsî hatine kuştin.  

Zelensky daxuyaniyên xwe de got jî, morala kesên sax mane (ji leşkerên Rûsyayê) gelekî xirab bûye.

Di vê çarçoveyê de, medyayê ji ser zarê Fermandarê Hêza Asmanî ya Ukraynayê belav kir; ku hêzên wan 3 firokeyên şer û 2 helîkopterên Rûsî xistine xwarê.

Ji aliyekî din ve, Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov got; di operasyonên leşkerî de tenê 498 leşkerên Rûsyayê hatin kuştin û 1597 leşkerî jî birîndar bûn.