Xelata Aştî, Dostanî û Demokrasiyê dê ji bo Emîne Şenyaşar were dayîn
Navenda Nûçeyan (K24) – Jûra Bijişkan a Şaxa Diyarbekirê ragihand; xelata 2022an ya Aştî, Dostanî û Demokrasiyê dê bo Emîne Şenyaşar a ber Dadgeha Ruhayê çalakiya rûniştinê bo cîbicîkirina dadê dike, were dayîn.
Jûra Bijişkan a Şaxa Diyarbekir bi civîneke çapemeniyê xwediya xelata îsal a Aştî, Dostanî û Demokrasiyê aşkere kir.
Di civîna çapemeniyê de Seroka Jura Bijişkên Diyarbekir Elîf Tûran da zanîn; bi beşdariya saziyên sivîl ên Diyarbekir wek jûrî biryar hatiye dayîn ku Xelata Aştî Dostanî Demokrasiyê di 14 Adarê Cejna Bijişkî de ji bo Emîne Şenyaşar were dayîn.
Emîne Şenyaşar li ber Dadgeha Ruhayê bi cîbicîkirina dadê çalakiya rûniştinê li dar dixe. Emîne Şenyaşar ji 9ê Adar a 2021an ve ber Dadgeha Ruhayê çalakiya rûniştinê li dar dixe.
Di pevçûnekê di navbera Parlementerê Ak Partiyê yê Ruhayê Halîl Yildiz û malbata Şenyaşar de, hevjîn û 2 kurên Emîne Şenyaşar hatibûn kuştin. Ji ber vê bûyerê jî Emîne Şenyaşar salek e bo cîbicîkirina dadê çalakiya rûniştinê li dar dixe.