Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Wezîrê Veguhestinê yê Iraqê kir
Li ser pêşvebirina hemahengî û alîkariya navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal a Iraqê di warê veguhestin û gihandinê de gotûbêj kirin
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêncşemê pêşwazî li Wezîrê Veguhestinê yê Iraqê Nasir Husên El Şelebî kir.
Di civînê de li ser pêşvebirina hemahengî û alîkariya navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal a Iraqê di warê veguhestin û gihandinê de gotûbêj kirin, bi taybetî ji aliyê girêdana bajar û parêzgehên Herêma Kurdistanê û Iraqê û piştre jî bi welatên derdor û cîhanê, bi rêya xeteke pêşketî ya hesin ve.
Herwiha di civînê de zêdekirina geştên esmanî yên navxwe hat axaftin, ku bandora wan a baş ji aliyê pêşxistina jêrxana aborî û danûstandina bazirganî û pêşvebirina pîşesazî û geştûguzariyê dibe.
Di civînê de tekezî li ser wê yekê hat kirin ku divê encamdana vê projeya stratejîk, wisa bibe ku di berjewendiya hemû welatiyan û pêkhateyên cuda yên Iraqê de be.