Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê dixwaze kêşeyan bi rêya gotûbêjan çareser bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Balyozê Fransa yê li Iraqê Eric Chevallier hevdîtinek pêk anî.

Hewlêr (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinekê de ligel Balyozê Fransa yê li Iraqê Eric Chevallier, tekezî li ser daxwaza Herêma Kurdistanê bo çareserkirina kêşeyên xwe yên ligel hikûmeta federal a Iraqê bi rêya gotûbêj û li ser bingeha destûrê kir.

Di hevdîtinê de behsa pêwendiyên Fransa yên ligel Iraq û Herêma Kurdistan û derfetên pêşvebirina hevkariya hevbeşî ya navbera wab hat kirin.

Li ser vê mijarê, Nêçîrvan Barzanî pesnê Herêma Kurdistanê ji bo rola Fransa û girîngîdana Iraq û Herêma Kurdistanê car din anî ziman, bi taybetî di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de.

Metirsiyên DAIŞê û zêdebûna kiryarên wê yên terorê, çi li Iraqê û çi li Sûriyê ku gefeke cidî ye li ser aştî û seqamgîriyê, mijareke din a hevdîtinê bû.

Herdu aliyan tekezî li pêwîstiya hemahengî û hevkariya navbera Hewlêr û Bexdayê û piştgiriya civaka navdewletî ji bo rêgirtina li serîhildana DAIŞê kirine.

Rewşa Êzidiyan û astengiyên li ber avakirina Şingalê, qeyrana siyasî ya li Iraqê piştî hilbijartinan, biryarên Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê li ser proseya siyasî ya li Iraqê û sektora petrol û gazê li Herêma Kurdistanê, rewşa navxwe û girîngiya yekrêzî û yekhelwestiya aliyên siyasî yên Kurdistanê li Bexdayê, rewşa Sûriyê û geşedanên herî dawî yên Ukraynayê, çend mijarên din ên hevdîtinê bûn, ku şeva borî bi amadebûna Konsulê Giştî yê Fransayê li Hewlêrê birêve çû.