Putin: Me xeta berevanî ya Ukraynayê têk biriye
"Rejîmeke Nazî li Ukraynayê desthilatdar e."
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di gotareke xwe de eşkere kir: “Me xeta berevanî ya Ukraynayê têk bir, di vî şerî de mebesta me gelê Ukraynayê nîne, mebesta me rêjîma wê ye.”
Vladimir Putin ragihand; gelê Rûsya û Ukraynayê yek gel in, rejîmeke Nazî li Ukraynayê desthilatdar in.
Putin destnîşan kir; Ukraynayê komek çekdarên kirêkirî anîne ji bo li dijî Rûsyayê şer bikin.