Neteweyên Yekbûyî hişyarî da: Birçîtî di rê de ye
Ji ber şerê Ukraynayê hişyar li ser bilindbûna nirxên xwarinên sereke hat dayîn.
Navenda Nûçeyan (K24) – Neteweyên Yekbûyî ji ber şerê Ukraynayê hişyar da li ser bilindbûna nirxên xwarinên sereke û weke sedema belavbûna birçîtiyê li cîhanê bi nav kir.
Serokê Sindoqa Navdewletî ya ji bo Geşepêdana Çandiniyê (IFAD) Gilbert Houngbo îro pêncşemê bi daxuyaniyekê ragihand; bûyerên Ukraynayê bandorên xirab li ser hemû parzemînên cîhanê dike, bi taybetî ji aliyê asayîşa xureka cîhanê ve, cîhanê dixe metirsiyê.
Gilbert Houngbo eşkere kir: “Em gelek nîgeran in, şer li Ukraynayê dibe sedema astengiya hinardeya berhemên sereke, weke genim û zeyta gulberojê û ev serî dikşîne ji bo bilindbûna nirxê xurek û birçîtiyê li pey xwe tîne.”
Houngbo destnîşan kir: “Şerê Ukraynayê dibe sedema gefeke rasterast li ser asayîşan xurekê li cîhanê.”
Beriya niha jî, Serokê Programa Xurekê ya Cîhanî David Beasley ragihandibû; tiştê li Ukraynayê rûdide, karesatek li lûtkeya karesatan e. Herwiha bal kişandibû ser wê yekê ku nîvê genimê Rojhilata Navîn ji Rûsya û Ukraynayê dihat dabînkirin.